Serrûpel Nûçe Dara Bilek dinivisîne: Behrem Salih bû serokomarê Iraqê, lê çawa?

Dara Bilek dinivisîne: Behrem Salih bû serokomarê Iraqê, lê çawa?

Belav bike

Behrem Saleh berbijêrê YNKê bû serokomarê Iraqê. Bê guman rewşa Behrem Saleh û hilbijartina wî wek serokomarê Iraqê gerek piralî bê nirxandin û sedemê vê baş bêne xwendin. Ji berî her tiştekî tê zanin ku Behrem Salih ne berbijêrê YNKê lê berbijêrê Kasim silêman bû. Kasim silêman Behrem Saleh li gel gruba xiyaneta 16ê Oktoberê li YNKê da qebûl kirin. Herweha Behrem Saleh bi ser destê Kasim Silêman vegeriya nava YNKê ji bo bibe berbijêrê serokomar.

Ji aliyek din ve ne xeribe ku Şîeyên Iraqê dengê xwe bidin Behrem Salih, ji ber ku ew ji referanduma serxwebûnê ve dijitiya PDKê dikin û ew Behrem saleh wek demana  rêgirtina serxwebûna Kurdistanê dibînin.

Ji berî du rojan berpirsê Asaib El Hak di nava Heşda Şeibî de Qays El Xazalî dabû xûyakirin ku,  Em dixwazin kurd li ser berbijêriya kesekî li hevbikin. Lê eger kurd li hevnekin û du berbijêra werin parlementoyê, di çerçova Iraqê de şansê Behrem Salih gelektire. Ji ber ku di referanduma serxwebûnê de YNKê behtir bi akilane helwest da nîşandan.

Yanî gelek vekirî serkirdeyek yê Heşda Şeibî  dide xûyakirin ku YNK behtir nêzikî Bexdayê ye û terciha wan  ji PDKê bêhtir dibe YNK.

Behrem Salih projeya Îranê ye û di hilbijartinên parlementoya Iraqê û hilbijartinên Kurdistanê de serkeftina PDKê ji bo desthilata Bexdayê û Îranê bûye cihê metirsiyek mezin.

Yanî  gelek vekirî Kurdistanbûna PDKê û helwesta PDKê ji bo desxistina mafê rewa yê gelê Kurdistanê ne bi dilê Bexdayê ye û ji bo vê yekê jî YNK û siyaseta rêve dibe û dijitiya wan ya referanduma serxwebûnê li gora dilê Bexdayê ye.

Bê guman ev helwesta YNKê dê bandora xwe li siyaseta Kurdistanê jî bike. Niha encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kêm zêde eşkere bûne. Di vê rewşê de PDK dikare bi serê xwe hukumeta Kurdistanê damezirîne. Ew tifaka stratejik di navbera PDKê û YNKê de heyî ji aliyê YNKê ve hate binpêkirin û ji holê rabûye.

Eger cardin PDK li gel YNKê di parlementoya Kurdistanê de hevkariyê bike, divê ji nûve her tiştekî berbiçavre derbas bike. Wek din şansê PDKê heye ku li gel aliyên din jî hukumetê damezirîne. Yanî li Kurdistanê gotara du partiyên serekê wateya xwe di van hilbijartinan de winda kiriye.

Heta ku PDK û Barzanî dewletbûnê biparêzin, behsa mafê rewa yên gelê Kurdistanê bikin, li ser xeta netewî Kurdistanî siyasetê bikin, dê Bexda li dijê wan be. Evy ek jî ji boPDKê û rêbaza li ser diçe serbilindiye û cihê şanaziyê ye.

Hilbijartina Behrem Salih tescilê sîxûriya Îranê û Bexdayê ye, ne kêmasiya PDKê ye.

3.10.2018

(Rojeva Kurd)