Keça Kurd ya Êzdî Nadya Murad ligel pizîşkê qurbaniyên destdirêjiya sêksî li Kongoyê (Denis Mukwege) xelata Nobel ya Aştiyê ya 2018 wergirt.
Nadya Murad got, Hemû Êzdî, Îraqî û hemû gelê Kurd, hemû qurbaniyên destdirêjiya seksî şirîkê xelata wê ya Nobelê ne.
Nadya Mûrad ji aliyê Daişê ve hatibû revandin û çend caran ji aliyê çekdarên wê ve hatibû tecawizkirin û kirîn û firotin.
Nadya Murad kî ye?
Nadya Murad, sala 1993 ji dayîk bûye, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarê Şingalê ket destê DAIŞê, Nadya ligel gelek keçên din ên Êzîdî ji gundê Koço hatibû revandin.
Roja 14/9/2014an de, Nadya Murad ji destê DAIŞê rizgar bûbû.