Bi navê Xwedayê Bexşende û Mîhreban
Bi boneya serkevtina proseya birêveçûnê ya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di 30ê Îlona 2018ê de, pîrozbayî li hemû xelkê Kurdistanê dikim û bi boneya serkevtina lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbayî li cemawera serbilind û xweragir û hemû endam û alîgir û kadro û hezkiriyên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim.
Cihê kêfxweşiyê ye, ku hemwelatî di proseyeke demokrasiyê de dengên xwe dan û baştirîn rê jî ji bo bidestxistina deshilatiyê sindoqên dengdanê ne.
Serkevtina proseya hilbijartinê serkevtina hemû gelê Kurdistanê ye, hişmendiya siyasî ya xelkê bi pêş dixe û karîgeriyê li ser bilindtirbûna pêgeh û navûdengê Herêma Kurdistanê jî dike. Ji hemû xelkê Kurdistanê û bi taybet ji cemawera PDKê daxwaz dikim, ku di derbirîna kêfxweşiyê de pabendî bingehên yasayî û aramiya hemwelatiyan bin û xwe ji bikaranîna teqeyan û kirinên neşaristanî biparêzin.
Dibe ku rexne û îtiraz û têbiniyên gelek kes û aliyên siyasî yên Herêmê li ser hebûna binpêkirin û serpêçî û sixtekariyê hebin, ku di roja hilbijartinê de hatine encamdan. Ji bo vê yekê ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kurdistanê daxwaz dikim bi hûrgilî û cidî li pey gilî û serpêçiyan biçe û bi ti şêweyê rê nede derbaskirina sixtekarî û binpêkirinan û rastiyan derxin holê.
Mesûd Barzanî