Eqîd Siyad Selah Eldîn Hisên, ku xelkê Qamişlo ye, berê fermandarekî Pêşmergên Rojava bû, lê ji ber ku fitne û fesadî di nava pêşmergan de belav dikir û kutle û grûp çêdikirin, ew ji nava pêşmergan derxistin û wezîfe ji wî standin. Piştre reviya û çû nava YPG. Piştre jî ji medyaya PYD-YPG (Hawar) re li dijî Pêşmergên Rojava axifî û got MITa Tikriyê wan perwerde dike û ji Tirkiyê re kar dikin û murtezeqe ne.
Li ser wan gotinên wî, Pêşmerên Rojava daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye:
- Ew kes ne ji damezrênerên Pêşmergeyên Rojava bû.
- Ew kes ji serî heta dawiyê derewan dike, ji bo ku YPG wî qebûl bike.
- Wî kesî di nava Pêşmergeyan de bê exlaqî, fitne derdixistin û fesadî dikin, ji ber wê yekê hate derxistin.
- Heta ku reviya jî, wî miaşê xwe yê pêşergetî distand û otomobîla Zêrevanî jî (Toyota) hîn li cem wî bû.Pêşmergeyên Rojava di daxuyaniya xwe de diyar dike:
- Kesê xayîn her xayîn e, kî xiyanetê li herêma Kurdistanê bike, wê sibe li QSD jî bike. Û ajan her ajan e, nabe dost û hevpeyman.