Roja 01.10.2018 jineke Kurd bi navê Avan Necmedîn, li Brîtanya di mala xwe de kuştî tê dîtin, ew bi kêran hatibû kuştin.
Avan (32 salî), li bajarokê Fenton, li Stoke-on-Trent a li bakurê Brîtanyayê dijiya û diya 4 zarokan bû.
Kesên ku ew kuştiye, hatiye girtin û wî gotiye ew ji Îranê ye û navê wî Dana Ebdullah e (35 salî), ew hevjînê berê yê Avan e, ji başûrê Kurdistanê ye, lê ji polîsan re gotiye ku ew ji Îranê ye.
4 zarokên Avan di navbera 4 û 11 salî de ne.
Polîs dibêjin kuştina wê ji ber pirsgirêkeke civakî bû ye.