Jina rojnamevanê wendabûyî Cemal Kaşikçî, Dr. Alaa Nesîf bêdengiya xwe şikand û got, bila kesek li ser mêrê wê neaxife û di derbarê wî de senaryoyan çêneke.
Nesîf got, ew wê jinê nas nakin ku dibêje ew dergîstiya Cemal Kaşikçî ye.
Nesîf her wiha got, kurê wê Abdullah ligel Cemal bû li Tirkiyê, û kurê wê jî tiştekî li ser wê jinê nizane (Hatice Cengiz ). Got, ew xerîb dimîne ku telefon û saata Cemal li cem wê jinê be.
Cemall Kaşikçî cara dawîn roja 02.10.2018 hate dîtin dema ku derbasî konsolxaneya Siûdî dibe li Istanbulê, ji wê demê de wenda ye.