Serrûpel Nûçe Serok Barzanî pêşwaziya Jan Dost kir

Serok Barzanî pêşwaziya Jan Dost kir

Belav bike

Îro serê sibê seork Mesûd Barzanî pêşwaziya nivîskar û romanivîsê navdar yê Kurd Jan Dost kir.

Di hevdîtinê de Jan Dost xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşan da û ragihand ku niha hemû gel bi çavê hêviyê ve temaşa Serok Barzanî dikin û ji bo ewe hatiye guh li şîretên cenabê wî bigre.

Jan Dost, destnivîseke dîwana Melayê Cizîrî ku temenê wê 100 sale diyarî serok Barzanî kir.

Malpera fermî ya sero Barzanî wiha nivîsand:

Serok Barzanî, destxweşî li Jan Dost kir ji bo wê rola li warê çandî da dîtiye û berhemên bihadar xistiye rû.

Serok Barzanî bi kurtî dîroka li ser xebat û qurbanîdana gelê me û referandûm û 16 cotmehê û destanên Pirdê û Sihêlayê behs kir û ragihand: Dijminan bi dirêjahiya dîrokê hemû şiyanên serbazî ji bo têkşikandin û ji navbirina gelê me terxan kirin û şikest anîn, niha kar li ser şikandina îrade û nehiştina bawer bi xwebûna cem take kesên gelê me dikin û dixwazin wiha lê bikin em xwe bi hêjayî azadiyê nezanîn, mixabin li vir da jî hinek bi navê rewşenbîr û aliyên siyasî, bûne beşek ji wê planê û xizmeta armancên dijminan dikin.

Serok Barzanî ronahî jî kir: Her piştî zeftkirina ax û azadiya gelê me, dehan sale rewşenbîrên niştimanperwer û azadîxwaz, rê nedane kultur û çand û zimanê Kurdî û hestê azadîxwaziyê ji nav biçê, niha jî rola we yên nivîskar û rewşenbîran ku li dûv rêbaza wan bin û nehêlin dijmin li wê planê da serkeftî bin.

Serok Barzanî her wiha ragihand: Referandûm serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû û sedî 93 yê gelê Kurdistanê piştevan bûn û yekxistina îradeya azadîxwaziya Kurdistanê bû li seranserê cîhanê. Destanên Pirdê û Sihêla jî li 20 û 26ê cotmehê, werçerxaneke dîrokî bûn û serkeftina azadîxwazî bû li ser dagîrkarî û plangeriya derekî û navxweyî da.

Serok Barzanî tekez jî kir ku pêwîste hûn rewşenbîr vê peyamê bi xort û lawên Kurdistanê bigihînin ku pêwîste armancên wan yê mezin hebê û baweriya wan jî wan bi xwe hebê û paşaroja gelê xwe hebê.