Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li serkeftina hilbijartina Kurdistanê û serkeftina partiya xwe kir û spasiya dengdaran jî kir.
Mesrûr Barzanî Twittek avêt û dengderên partiya xwe pîroz kir û got: We hîşt ku dengê we were bihîstin…
Barzanî got: Bi munasebeta ragihandina encamên hilbijartinê, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim. We hîşt dengê we bê bihîstin û partiya xwe weke partiyeke niştimanperwer û xwedî perensîpên niştimanî xelat kir.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 kursiyên parlemantoya Kurdistanê bi dest xistin.