Hovhannes Badalyan hunermendekî ermenî ye. Di sala 1924 de li gundê Şavarîn li nêzîkî Hamadanê li Îranê ji dayîk bûye. Sala 2001 li paytexta Ermenistanê li Yêrîvanê wefat kiriye (76). Strana “Rinda Min” ku hunermendê Kurd Beyto Can distirê û gelekî deng da, eşkere bû ku Hovhannes Badalyan ew stran bi ermenî gotiye. Îcar stran ya kê ye?