Serrûpel Nûçe PKK li Şengalê 3 bargehên din vekirin û hêza xwe zêdetir kir

PKK li Şengalê 3 bargehên din vekirin û hêza xwe zêdetir kir

Belav bike

Berpirsê PDK li Qadir Qaçax ji rojnameya Bas re ragihand ku PKKê li Şengalê di bin navê “YBŞ” (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) de 3 baregehên nû vekiriye. Yek li gundê Giruzêr e, yek li Sîba Şêxidir e û ya din jî li Girzerkê ye.

Qadir Qaçax got, Heşda Şeibî jî piştgiriya PKKê dike, ji ber wê yekê xelkê Şingalê dîsa neçar dimîne ji cihê xwe koçber dibe.

Qaçax got, Şengal ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin, beşekî mezin ji xelkê Şingalê koçber bûn.

Qadir Qaçax da xuyakirin ku PKK û Heşda Şeibî rê nadin sazî û dezgehên xêrxwazî derbasî Şingalê bibin.