Fermandarê Pêşmergeyan Mensûr Barzanî behsa qehremaniya pêşmergeyan di şerê Sihêla de dike û dibêje di wî şerî de herî kêm 250 çekdar û serbazên Iraqî hatine kuştin û nêzîkî 470 jî birîndar bûn.
Mensûr Barzanî eşkere kir ku , roja 17. 10. 2017 di çarçoveya rêkeftina di navbera Kurdistanê û Iraqê de Pêşmerge hinekî paşde vekişiyan, lê hêzên Iraqî niyeta wan xirab bû, wan dixwestin hemû Kurdistanê dagîr bikin.
Fermandar Mesrûr Barzanî her wiha got, artêşa Iraqê bi 13 hezar çekdar û serbaz û çekên giran êrişî hêzên Pêşmerge kirin, wan wiha texmîn dikirin ku êdî Pêşmerge nikare şer bike lê pêşmergeyan şer kir û hêzên Îraqî şikestin.