Serrûpel Nûçe PKK nehîşt qameqamê Şenaglê Mehma Xelîl û mudurên nahiyan vegerin

PKK nehîşt qameqamê Şenaglê Mehma Xelîl û mudurên nahiyan vegerin

Belav bike

Qameqamê Şengalê Mehma Xelîl ragihand ku PKK û gerêlayên wê nehîştin ew vegerin Şengalê û dest bi karê xwe bikin.

Mehma Xelîl got, gerîlayên PKK rê li wan girtin û bi piştgiriya Heşda Şebî, ew paşve vegerandin û nehîştin ew vegerin bajêr û dest bi karê xwe bikin.

Qameqamê Şengalê her wiha got, gerîlayên PKK û rêxistinên ser bi wê ve ziyaneke mezin gihandine xelkê, hikûmeta Îraqê jî çavên xwe digire û bêdeng e.