Serrûpel Nûçe Aldar Xelîl behsa êrîşên artêşa Tirkiyê dike: Îşareta kesk standiye

Aldar Xelîl behsa êrîşên artêşa Tirkiyê dike: Îşareta kesk standiye

Belav bike

Di hevpeyvîneke taybet de, li gel Kurdistan24ê, berpirsê pêwendiyên dîplomasî yê TEVDEMê Aldar Xelîl, derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Rojhilatê Firatê û çend mijarên din, tekez kir ku heger Tirkiyê di civîna çar alî de, ya ku di navbera wê û Rûsya, Almanya û Firensa de, li Stenbolê hat lidarxistin, rezamendî wernegirtiba, wê êrîşî Rojhilatê Firatê nekiriba.

Aldar Xelîl ragihand, ku ewê bi hemû karînên xwe çalakiyan bikin daku Amerîka neçar bikin, ku bi helwesteke piraktîkî li ser vê mijarê rabe.

Li gel biryara Tirkiyê bi firekirina êrîşên xwe li dijî YPG û destpêkirina êrîşan li Rojhilatê Firatê û bi taybet li gundewarê Kobanê. HSD weke karvedanekê, êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê rawestand û daxwaza helwesteke navdewletî kir.

Herwiha di wê hevdîtinê de, Aldar Xelîl her yek ji Tirkiye û Rûsya tometbar kir, ku wan pilana kontrolkirina Efrînê danîn, daku pêwendiyên Eqera û Şamê xweş bikin û got: Em hêvî dikin careke din danûstendinên me bi Rêjîma Sûryê re destpê bikin.