Malbata Ehmed Sofî li Dêrikê daxwazê ji aliyên peywendîdar li Rojavayê Kurditsnaê dike, ku çarenivîsa wî zelal bikin, daku di demeke herî nêzkî de serbest bê berdan û vegere mala xwe.
Di bangeke taybet de ku malbata Ehmed Sofî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye, têde hatiye ku di dawiya meha derbasbûyî de, li ser rêya Dêrik û Bane Qesrê ew ji aliyê asayîşa rojava ve hatiye girtin, lê heya niha tu zaniyarî li ser cih û rewşa wî li cem malbatê tune ne.
Malbat dibêje, Ehmed Sofî bavê 4 zarokan e û di warê rojnamevanî û mafê mirovan de kar kiriye, ji ber vê yekê ew daxwazê ji aliyên peywendîdar û saziyên mafê mirovan û rojnavemanan dikin, ku kar bikin, ji bo ku Ehmed Sofî di demeke herî nêzîk de veger nav zarokên xwe û jiyana xwe bi awayekî normal derbas bike.