Ji bo destkeftiyên Rojava bên parastin divê KCK derhal xwe fesh bike, her awe destdirêjiya İmralî û Qendîlê ji ser PYD/YPG’ê rabe û hevkarî li gel ENKS bê avakirin. Ne tenê ji bo pûçkirina planên Tirkiyê, ji bo qebûlkirina statuya Rojava di destûrê de û şirîkatiya Kurdan di hukumeta Şamê de jî ev lazim e. Ne civaka navneteweyî ne jî Ereb, kes ê qebûl neke ku hukumeta Şamê ji Qendîlê û Îmraliyê bê îdarekirin.