Serrûpel Nûçe Tirkiyê plan kiriye derbasî rojhilatê Firatê bibe

Tirkiyê plan kiriye derbasî rojhilatê Firatê bibe

Belav bike
Serokomarê Tirkiyê Rojhilatê Firatê tehdîd kir û got: Di demeke nêzîk de ewê aramiyê vegerînin nav wê devera Sûriyê.

Di merasîma salvegera mirina avakarê komara Tirkiyê Mistefa Kemal Ataturk de, li Enqere, serokomarê wî welatî got: Tirkiye xema xuşk û birayên xwe yên sûrî li Rojhilatê Firatê dixwe, Tirkiyê wê wan ji bin destê rêxistineke terorîst derxîne.

Erdogan her wiha got, di demeke nêzîk de, wê xelkê vê deverê ji vê rewşê xelas bibin û wê aramî vegere deverê.
Erdogan Amerîka rexne kir û got, li aliyekî ew 12 milyon dolar dide kesên ku cihê 3 berpirsên PKKê diyar bikin, lê li aliyê din jî ew bi awayekî praktîkî bi wan re kar dike.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Erdogan daxuyakirin ku wê Artêşa Tirkiyê, di êrîşên xwe de li ser Qendîl û Şingalê berdewam be.