Serok Mesûd Barzanî bi munasebeta derketina serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ji zindanê peyamek belav kir û ragihand, ku ew bi azadkirina Ebdulrehman Apo ji zindanên PYDê kêfxweşe.
Barzanî di peyama xwe de dazanîn, ku pêwîst bû cihê xebatkarekî weke Ebdulrehman Apo di zindanên dujmin de ba, ne di zindana aliyekî Kurdî de ba û hêvî kir, ku azadkirina wî bibe destpêkek ji bo azadkirina hemû girtiyên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ku di zindanê PYDÊ de ne, û hemû çalakvanên wendayî jî bêne dîtin.
Serok Brazanî di dawiya peyama xwe de hêvî xwest, ku ku êdî li Rojavayê Kurdistanê xelk û aliyên siyasî ji ber nerînên xwe yên siyasî neyên êşandin û girtin.