Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya cîgirê wezîrê derve yê Emerîka kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya cîgirê wezîrê derve yê Emerîka kir

Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrew Peek civiya û herdu aliyan pêşwazî li şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê kirin.

Êvara înê 16-11-2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrew Peek û şanda dîplomatîk a li gel wî kir.

 

Li gor daxuyaniya civînê, herdu aliyan pêşwazî li biryara hikûmeta Iraqê ya federalî ya li ser şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê kirine, ku sûdeke baş dê ji hemû Iraqê re bide.

 

Di civînê de baştirbûna peywendiyên Hewlêr – Bexda, pêşketinên Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî û bi awayekî serkeftî birêveçûna hilbijartinên parlementoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku herdu aliyan tekezî li pêşveçûna zêdetir a peywendiyên Hewlêr – Bexdayê, beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê di pêvajoya siyasî ya Iraqê de, berdewambûna serkeftina pêvajoyê û berdewambûna peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve kirin.

 

Gotûbêjkirina çend mijarên li ser peywendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Amerîkayê, aliyekî din ê hevdîtinê bûye.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku hêzên ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê Kerkûk kontrol kirin, hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê ve hatibû rawestandin.

 

Îro Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê, Asim Cîhad di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê kir.”

 

Asim Cîhad got: “Rojane di navbera 50 hezar heta 100 hezar bermîlên petrola Kerkûkê dê bi rêya boriya petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê were hinardekirin.”

 

Asim Cîhad herwiha got: “Weke prensîp em li ser berdewamîdana bi hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyha a Tirkiyê li hev hatine.”

 

Piştî sepandina siza û dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê, Amerîka li dijî hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê ye û bo rawestandina wê jî, piştgirî li rêkevtina Hewlêr û Bexdayê bo destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bo Tirkiyê dike.

 

Ev demek bû ku li ser destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrolê ya Kurdistanê bo Tirkiyê, her du aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan kiribûn. Rûdaw