Li başûrê Kurdistanê zankoya Soran roja 19.11.2018 dîploma fexrî da yekemîn pêşmergê şehîd li Kobanî, Zêrevan Ekrem Mizûrî. Berî ku şehîd bibe, wî li zankoya Soran dixwend.
Şehîd Zêrevan Ekrem Ebdulcebar, xelkê gundê Mûkê bû (Mizûrî bû) li devera Barzan.
Ew sala 1990 li Qûştepe ser bi Hewlêrê ji dayîk bûbû
Ew roja 20.01.2015, li Kobanî di şerê li dijî Daişê de şehîd bûbû.