Serrûpel Nûçe YNK çalakiyên PKK li cem xwe qedexe kir

YNK çalakiyên PKK li cem xwe qedexe kir

Belav bike

Li ser daxwaza Tirkiyê, Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) fermana qedexekirina çalakiyên PKK da.

Tirkiyê heta niha YNK bi wê yekê tewanbar dike ku alîkariya PKK dike û kadro gerîlayên PKK li herêma di bin kontrola YNK de têne perwerde kirin.

Ji bo vê yekê heta niha YNK çend civîn ligel istîxbarata Tirkiyê pêk anîne.

Li gor nûçeyeke BAS News, serkirdeyê YNK Qubad Talabanî emir daye, hemû dezgehên PKK ku li wê deverê hene.

Fermana Qubad Talabanî radigihîne, eger di nava 24 saatan de dezgehên PKK li parêzgeha Silêmanî û deverên derdorê neyên girtin, wê werin cezakirin.