Piştî çaverêkirina çend hefteyekê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwe yekalî kiriye ku dixwaze pêkhateya hukimraniyê di çar salên bê de çawa be. Vê carê PDK ji bo qonaxeke nû amade ye, Serokatiya Herêma Kurdistanê aktîv dike û Nêçîrvan Barzanî dibe Serokê Herêma Kurdistanê, li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar hatiye dayîn, Mesrûr Barzanî serokatiya wê dike.
Gengeşeya ku di nav PDKê de li ser aktîvkirina posta Serokê Herêma Kurdistanê hebû, temam bûye. Nêçîrvan Barzanî li Kurdistanê di çar salên bê de serokê herî mezin ê desthilata cîbicîkirinê dibe. Weke Serok Barzanî jî hefteya derbasbûyî di rûniştinekê de ji medyakarên Kurdistanê re got, di çar salên bê de Kurdistan dê bibe xwediyê destûra xwe jî.
Piştî yekalîbûna PDKê û vekirina girêkê, pêwîstiya du pirsyaran bi bersivê heye: yekem; şirîkên PDKê dê di çar salên bê de çawa beşdar bibin? Duyem jî; Kurdistana bihêz a PDKê dê di çar salên bê de di qonaxa Serokê nû yê Herêma Kurdistanê de çawa pêk were?
Bersiva pirsa yekem dikeve ser wê yekê ku YNK û Goran bi kîjan postên ku ji wan hatine danîn razî dibin û çi li ber kîjan dikeve? Weke mînak, kesekî ku ji danûstandinên navbera PDK û YNKê agahdar e, behs kir ku YNKê ji PDKê daxwaz kiriye ku posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ji Goranê re be û ew jî careke din Cîgirê Serokwezîr werbigrin, lê di wê de jî YNK naxwaze Qubad Talebanî dayne ser wê postê û dixwaze Hakim Qadir dayne.
Hinceta wan ji bo wê guhertinê jî ew e ku Hakim Qadir bi hukma wê yekê ku PDKê berbijêrê serokwezîriyê guhert, ew jî diguherînin û dikin kesekî ewlehiyê û ji Qubad Talebanî baştir dikare li gel serokwezîrê nû bigunce û bixebite. Eger weke YNKê daxwaz kiriye Goran postê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê werbigire û YNK bikare Goran ji hebûna du cîgiran li serokwezîriyê dûr bixe, dibe ku YNK li şûna Bêgerd Talebanî, Qubad Talebanî ji bo posta Serokê Parlementoyê berbijêr bike û Hêmin Hewramî bibe cîgirê wî.
Ji ber ku herdû jî di hilbiartinên dawî de serokên lîsteyên partiyên xwe bûn û niha jî parlementer in. Lê di vê navberê de ne diyar e ku pişka malbata Kosret Resûl dê çawa be û bi vê dabeşkirinê razî bibin? Çimku kesên ku nêzîkî vê ne, li şûna Hakim Qadir behsa Derbaz Kosret dikin ku bibe Cîgirê Serokwezîr. Weke ku em dizanin niha YNKyiyên nû ber bi kongreyê diçin û sê baskên li nav, her yek ji wan heta dema kongreyê bi qayîmkirina cihê lingê xwe ve mijûl in û ji bo wan giring e ku li nav hikûmetê û hukimraniyê hejmûna xwe heta qonaxa piştî kongreyê biçespînin.
Ji bo bersiva pirsa duyem jî, beşa herî giring ew e ku PDK bi danîna Mesrûr Barzanî, rûyekî nû dide Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê û xwîneke nû dide. PDK bi danîna Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê vê yekê tekez dike ku çêkirina Kurdistana bihêz, pêwîstî bi ezmûn û şarezayî û kesayetê bi bandor ê Nêçîrvan Barzanî ji bo serokatiya welat heye. Ev jî heman tişt e ku ne tenê şirîkên siberojê yên PDKê, herwiha li ser asta herêmî û navdewletî jî şansê vebûnê zêdetir e û bihêzbûna Kurdistanê zêdetir dike.
Helbet Kurdistana bihêz tenê bi guhertin û dabeşkirina post û kesan nabe û pêwîstî bi pêngavên mezin û wêrek jî heye. Di van rojan de li Swêdê endezyarekî gelek serkeftî yê Kurd ji min re behsa projeya xwe dikir ku li Efrîqayê dixebite û ji enerjiya tavê sûd werdigre û diguherîne elektrîkê û bi kabloyan di bin deryayê re digihîne Ewropayê.
Wî digot dema dest bi projeyê kiriye, gelek kes li Ewropayê pêkeniyane û gotine bi ser nakeve, lê wî digot serkirdeyên wêrek li Ewropayê proje bi cih anî û bi ser jî ket. Li cem me jî nimûmeyeke me ya wisa hebû û di dema xwe de projeya petrolê ya PDKê weke xewn dihat dîtin, lê piştre bi wêrekiya Nêçîrvan Barzanî bi ser ket û Kurdistan xiste ser nexşeyê û bihêz kir, her ew gelek alîkar jî bû, ku piştî giştpirsî û 16ê Cotmehê, Herêma Kurdistanê bihêle. Ez bawer im ji bo qonaxa bê, wêrekiyeke nû pêwîst e û dibe ku vê carê li gor pêşveçûna sektora petrolê, di warê pêşveçûna teknolijî û aboriya nepetrolî de be, ku hemû dinya mijûl e û wan ji berê ve dest pê kirine ku welatê xwe zêdetir bihêz bikin. (Rûdaw)