Serok Mesûd Barzanî li bargeha xwe li Selahedîn pêşwaziya endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Abdulrehman Apo kir û daxuyakirin, ku ji ber biryarên tekalî û binpêkirina rêkeftinên di navbera aliyan de niha gelê Kurd li Sûriyê di rewşeke aloz de derbas dibe.
Di civînê de, serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi azadbûna Ebdirehman Apo nîşan da û daxuyakirin ku cihê mixabîniyê ye, tekoşerekî Kurd bi destê aliyekî Kurdî bê girtin.
Serok Barzanî hêvî xwest, ku êşa gelê Kurd li Sûriyê bidawî bibe.
Serok Barzanî dilgiraniya xwe li hember pêşeroja Kurd li Sûriyê nîşan da û got, muamele û biryarên tekalî û binpêkirina rêkeftinên di navbera aliyan de, niha gelê Kurd li Sûriyê, di rewşeke aloz de derbas dibe.
Ebdirehman Apo got, ku serok Barzanî ji wî re gotiye Efrîn bûka Kurdistanê ye û ji bo derxistina wê ji vê rewşê çi ji dest wan were ewê bikin.