Şanderê Emerîka ji bo Sûriyê James Jeffery, li Entabê bi ENKS re civiya û gelek pirs gotûbêj kirin.
Sekreterê polîtbîroya PDK-S Mihemed Îsmaîl serokatiya şanda ENKS kir, her wiha di nava şandê de berpirsê ENKS li Kobanî Elî Îbrahîm jê beşdar bû.
Di hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera ENKS û PYD de, rewşa Efrînê û behsa rêveberiya xweser jî hate kirin.
Mihemed Îsmaîl got, hevdîtina wan erênî bû.