Serrûpel Nûçe “Heta Kurdekî Êzdî di destê DAIŞ de mabe emê bi berdewamî hewla...

“Heta Kurdekî Êzdî di destê DAIŞ de mabe emê bi berdewamî hewla rizgarkirina wan bidin”

Belav bike

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi munasebeta Cejna Rojiya Êzî ya Kurdên Êzidî belav kir û têde pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir.

Barzanî ragihand, heta Kurdekî Êzidî di destê DAIŞê de mabe, ewê ranewestin û bi berdewam hewl bidin wan rizgar bikin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got, Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî di demekê de tê kirin, ku hejmareke mezin ya Kurdên Êzidî li kampan dijîn û heta niha nikarin vegerin cihê xwe.

Serokwezîr Barzanî her wiha got, Ez hêvî dikim, di cejnên bê de hemû bi serbilindî vegeriyabin ser cih û warên xwe yên aram û avedankirî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe ji bo vê yekê bide.”

Di dawiya peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hemû Kurdên Êzidî piştrast kir ku heya yek welatiyê Kurdên Êzidî yên hatî revandin di destê DAIŞê de mabe, ewêbi berdewamî hewl bidin wan rizgar bikin û vegerînin cem malbatên wan.