Pêşmergeyekî Leşkerê Roj, Haşim Ebdulqadir Izedîn li ser riya di navbera Hewlêr û Duhokê de, dema ku li ser karê xwe bû, di qezayeke trafîkê de şehîd bû.
3 pêşmergeyên din jî (Şivan Mehmûd Mihêdîn, Ciwan Ebas Mihemed, Elî Ebdulbaqî) birîndar bûn.
Şehîd Haşim sala 1985 de li Dêrikê li gundê Erûr ji dayîk bûbû û li kampa Dareşikranê dima û birayê pêşmergeyekî bû.
Sibe saat 09.00 termê wî dibin rojavayê Kurdistanê.