Fermandarekî ji Pêşergerêyn Rojava ku weke Leşkerê Roj têne naskirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, bi serperiştî û hevahegî ligel Amerîkiyan, bêhtirî 100 Leşkerên Roj derbasî navçeya El-Welîd bûn, ku ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.
Heta niha ti daxuyaniyeke fermî, ne ji aliyê fermandariya Leşkerên Roj ve ne jî ji aliyê fermandariya hevpeymaniya navdewletî ve nehatiye belavkirin.
Şahidên ku di dema derbasbûna pêşmergeyan de li ser sînor amade bûn, ragihandin ku ew bi alên Kurdistanê derbas bûn.
Bi gotina wî fermandarî, ew 100 pêşmerge careke din vegeriyan pêgehên xwe yên Başûrê Kurdistanê, ew jî piştî ku ligel aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û Yekîneyên Parastina Gel YPGê negihiştin lihevkirin yan rêkeftinekê, derbarê derbasbûna wan pêşmergeyan.