Serrûpel Nûçe “Ew ji bo parastina hêminiyê derbas dibin”

“Ew ji bo parastina hêminiyê derbas dibin”

Belav bike
Nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê James Jeffery: Bi agahdariya Emerîka û HSD, ji bo hêminkirina rewşê, Pêşmergeyên Rojava derbasî herêmê bûne
Duh hate ragihandin ku hejmarek ji pêşmergeyên Rojava derbasî rojavayê Kurdistanê bûne, lê HSD û YPG ev yek red kiribûn.
Îro berpirsê Dosya Sûriyê di wezareta derve ya Emerîka de, piştrast kir ku pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bûne.
Jeffery axaftina xwe de bi nav got Pêşmergeyên Rojava.
Nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê her wiha got, derbasbûna Pêşmergeyên Rojava gaveke û divê pêk were, ew jî ji bo parastina hêminiya li herêmê ye.