Serrûpel Nûçe Pêşmergên Rojava û Hêzên “Teyar El Xed” yên Cerba li Rojhilatê Firatê...

Pêşmergên Rojava û Hêzên “Teyar El Xed” yên Cerba li Rojhilatê Firatê bi cî dibin

Belav bike

Çavkaniyekî kurd li Sûriyê ragihand, Amerîka bi rizamendiya Tirkiye û welatên herêmî, hêzeke erebî û hêzeke kurdî li rojhilatê çemê Firatê, ku beşek ji xaka Rojavayê Kurdistanê ye, bicîh dike.

Wî çavkaniyê kurd, ku ji ber hestiyarbûna mijarê nexwast navê wî were ragihandin, ji BasNewsê re got, Amerîka û Tirkiye û welatên herêmî dixwazin hêzek bi navê “Hêja Bijartî”, ku girêdayî bizava “El Xed” ya Sûriyê bi serokatiya Ehmed Cerba ye, li Minbic, Girê Spî û Serê Kaniyê bicîh bike. Ew hêz ji çekdarên ereb, kurd û turkmen yên Sûrî pêk tê. Hêzên Pêşmerge yên Rojava jî dê li deverên kurdî û li dewsa YPGê bicîh bibin.

Pêşmergeyên Rojava ji wan şervanên kurd pêk tên ku piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê, ji refên artêşa Sûriyê veqetiyan û ev çend sal in li Başûrê Kurdistanê ne û di bin serperştiya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û pisporên biyanî de tên perwerdekirin. Ew pêşmerge tevlî şerê DAIŞê jî bûne.

Wî jêderî da zanîn ku hêzên Pêşmerge û Hêza Bijartî bi hemahengî li gel Amerîka li deverên sînorî yên rojhilatê Firatê bicîh dibin û hêzên polîs yên navxwe jî bi wan re dibin.

Li gorî agahiyên wî çavkaniyê kurd, Ehmed Cerba vê dawiyê di agahdariya Amerîka û piştevaniya navdewletî, du caran çûye Tirkiyê û li ser kirîza rojhilatê Firatê û bicîhkirina çekdarên xwe, ku piraniya wan ereb in, li wê deverê bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin kiriye.

Vê dûmahîkê jî Ehmed Cerba serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serok Barzanî û rayedarên yên Kurdistanê re hevdîtin kir.

Wî jêderî kurd da xuyakirin ku Amerîka dixwaze YPGê razî bike ji deverên sînorî vekişin ji ber ku Amerîka naxwaze ji ber xatirê partiyekê ku Tirkiyê wê partiyê wek baskeka PKKê dibîne, dest ji Tirkiyê berde.

Beriya niha nûnerê taybet yê Amerîka di karûbarên Sûriyê de James Jeffery nûçeya BasNewsê ya derbasbûna hêzên Pêşmerge yên Rojava bo Sûriyê piştrast kiribû û ragihandibû, ew bi agahdariya Amerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk hatiye.

Roja 16 vê mehê çavkaniyekî kurdê Sûriyê ji BasNewsê re gotibû, îhtimal heye bi hezaran pêşmergeyên Rojava, ku niha li Başûrê Kurdistanê ne, derbasî sînorên navbera Tirkiye û YPGê bibin ji bona ku pêşiya şer û aloziyê li wir bê girtin.

Wî jêderî dabû zanîn ku Amerîka dixwaze bi vê yekê him dilê xwe Tirkiyê hênik bike him jî nehêle YPG ji şerê DAIŞê vekişe, ji ber ku YPGê gotibû, eger Tirkiye êriş bike ew neçar in dest ji şerê DAIŞê berdin.

Roja 17 vê mehê jî, BasNewsê dabû zanîn ku di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de bi çavdêriya Rûsya û Îranê, civînek hatiye kirin. Di wê civînê de behsa gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin. Rêjîma Sûriyê di civînê de daxwaz ji PYDê kiriye tevahiya deverên rojhilatê Firatê teslîmî wê bike li hember de ewê li pêşiya êrişên Tirkiyê bisekine. Her wiha rêjîma Sûriyê ji behsa vegera serweriya niştimanî li Rojavayê Kurdistanê û bicîhbûna sîstena îdarî, ewlehî û serbazî li wê herêma kurdî kiriye.

Li gorî agahiyan, di wê civînê de rêjîmê mînaka Efrînê jî aniye ziman û ji PYDê re gotiye, eger we wê çaxê Efrîn teslîmî me bikira niha Efrîn ne di destê Tirkiyê de bû.

Ew civîn li bajarokê Eyn Îsya li nêzîkî bajarê Girê Spî hatibû kirin. PYDê jî daxwaza firsendekê kiribû da ku li ser daxwaziyên Şamê bişêwire.