Serrûpel Nûçe HSD li ber Emerîka digere ku dernekeve

HSD li ber Emerîka digere ku dernekeve

Belav bike

Hêzên Sûriya Demokratîk HSD li ser vekişandina hêzên Emerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

HSD ragehand: “Di dema ku em şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞê di baregehên wan ên dawîn de dimeşînin, her wiha em li herêmên rizgarkirî şaneyên veşartî ku dixwazin careke din xwe ji nû ve li herêmê ava bikin, tune dikin, biryara Qesra Spî ya xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişînê, dê bi awayekî xirab bandorê li hemleya tunekirina terorê bike û di aliyê leşkerî, meydanî û leşkerî de hêzê bide terorê û alîgirên wan operasyonên terorî li herêmê pêk bînin.’’

Herwaha hate ragehandin ku; ‘’Şerê Tunekirina Terorê bi dawî nebûye. Heta niha dawî li hebûna DAIŞ`ê nehatiye. Lê belê ev pêvajoyeke pir girîng û hestyar e.’’

HSDê got: ‘’Pêwîste alîkariyeke zêdetir ji koalîsyonê were girtin û bi hemû awayî alîkariya şervanan were kirin, da ku şerê li dijî çeteyên DAIŞê dewam bike û ne xwe ji herêmê vekişîne. Biryara vekişîna ji herêmê, dê tunebûna rêxistina terorî asteng bike. Herwiha dê pêşerojeke metirs bi xwe re bîne. Dê heviyên gelê herêmê yên aramî û ewlehiyê pûç bibin. Ji ber ku rewşeke wiha de heger xwe ji herêmê vekişînin dê aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike. Dê valatiyeke siyasî û leşkerî li herêmê ava bike û gelê wê di nava pencên hêz û aliyên dijber de bijîn.”