Serok Mesûd Barzanî dilgiraniya xwe li hember rewşa herî dawiyê ya gelê Kurd li Sûriyê nîşan da û daxuyakirin ku heya niha şerê dijî DAIŞê temam nebûye.
Di peyameke nivîskî de, Serok Mesûd dibêje; Bûyer û pêşhateyên vê dawiyê li Sûriyê û bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê dilgiraniyê ye, berê jî derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê û ew rewşa ku li Rojava derketibû, me têbînî û dilgiraiya xwe ragihandibû û nedibû bigihê vî halê niha.
Barzanî dibêje; Hejmareke mezin a welatiyên Kurdê Sûriyê li koçberiyê dijîn, êrîşên terorîstên DAIŞê û rewşa xerab a siyasî û gefên din di salên derbasbûyî de, xelkê Kurd li Sûriyê gelekî êşandiye û heya niha jî şerê DAIŞê temam nebûye.
Di dawaiya peyama xwe ya nivîskî de, Serok Barzanî dide xuyakirin ku ew hêvî dike, bûyerên vê dawiyê û pêşhateyên nû, nebin sedema wê yekê, ku tundûtîjî û şer berfireh bibe, ji bo ku welatî û gelê Kurd li Sûriyê êş û musîbetên zêdetir nebînin.