Serrûpel Nûçe Hêzên Emerîkî ku ji Sûriyê derdikevin tên li Hewlêrê bi cî dibin…

Hêzên Emerîkî ku ji Sûriyê derdikevin tên li Hewlêrê bi cî dibin…

Belav bike

Wezareta Berevaniya Emerîka Pentagonê ragihand ku serbazên Emerîkî ku ji Sûriyê derdikevin, wê werin li Hewlêrê bi cî bibin.

Berpirsekî Pentagonê ji televîzyona Emerîka El Hurra re eşkere kir ku hejmara wan serbazan jî, 2130 kes in, ew jî hêzên taybet yên Emerîka ne, di nava çend rojan de wê bigihên Hewlêrê.

Duh roja çarşemê Emerîka ragihandibû ku ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin û êdî li Sûriyê şerê li dijî Daişê ber bi dawiyê ve hatiye.