Serrûpel Nûçe Salih Mislim: Emerîka berê jî soz nedabû me ku ewê bimînin

Salih Mislim: Emerîka berê jî soz nedabû me ku ewê bimînin

Belav bike

Serokê berê yê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de got, çûna Emerîka ne xiyanet e, ew derketina xwe di berjewendiya xwe de dibînin û biryarê didin derkevin, lê şerê li dijî Daişê hîn bi dawî nehatiye.

Salih Mislim her wiha got, Emerîka berê jî tu peyman ligel me nekiribûn ku ewê bimînin, Emerîka ji bo parastina me nehatibûn, Emerîka ji bo parastina xwe derbasî Sûriyê bûbûn, got.