Serrûpel Nûçe Fermandarekî Pêşmerge: Emerîka dixwaze Leşkerê Roj derbasî rojava bibin

Fermandarekî Pêşmerge: Emerîka dixwaze Leşkerê Roj derbasî rojava bibin

Belav bike

Fermandarekî Leşkerê Roj (Pêşmergeyên Rojava), ji ajansa tirkî AA re axifî û got, Emerîka plan dike û dixwaze Leşkerê Roj vegerin rojavayê Kurdistanê.

Ajansa Anadol li ser zimanê fermandarekî Pêşmerge ragihand, wî fermandarî gotiye, astengiya sereke li pêşiya wan YPG û PYD ye.

Pêşmergeyên Rojavayê sala 2012 hate avakirin, hejmara wan nêzîkî 9 hezar in, ji aliyê Pêşmergê Zêrevanî têne perwerdekirin û di şerê Daişê de jî beşdar bûn, nêzîkî 60 şehîdan jî dan.