Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê general Heyder Şeşo ragihand Heşda Şeibî êrîşî bargeheke pêşmergeyên Êzdiyan kir û bi huceta ku wan bê destûr sîleh rakirine, hejmarek ji wan girtin û bi xwe re birin.
Heyder Şeşo got, Heşd 30 pêşmerge bi xwe re birine û eger ew wan serbest bernedin, ewê helwesteke cuda nîşan bidin.
Duh bi şev, hêzeke bi navê Bedir (ser bi Heşda Şebî), di bin navê artêşa Iraq û îstîxbarata Iraqê derbasî bargeheke pêşmergeyan bûn, li navenda Şengalê, 30 pêşmerge girtin û bi xwe re birin.
Hêzeke mezim ya pêşmergeyên Hêzên Parastina Êzidxanê bi fermandariya Heyder Şeşo li Şingalê mane, çend deverên din yên weke Sinûnê di bin kontrola wan de ne..