Serrûpel Nûçe PYD kongreya Partiya Yekîtî qedexe kir û bi dizî Kongre li Qamişlo...

PYD kongreya Partiya Yekîtî qedexe kir û bi dizî Kongre li Qamişlo hate sazkirin

Belav bike

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê(Yekîtî) piştî 6 salan kongreya xwe ya 8 mîn li bajarê Qamişlo bi awayekî veşartî saz kir.

Di kongreyê de sekreterekî nû, cîgirê sekreter û polîtbîro hatine hilbijartin.

Sekreterê nû Silêman Oso ye.

Sekreterê berê Îbrahîm Biro weke endamê polîtbîro hate hilbijartin.

Silêman Oso got got, kiryarên PYDê bûn astengî li pêş girêdana kongir. Em neçar bûn kongirê xwe veşatî li Kurdistana Sûriyê saz bikin.

Endamên partiya Yekîtî li derve bi riya Skype beşdar bûn.

Silêman Oslo got, Kurdistana Sûriyê perçeyek ji Kurdistana mezin e, wan di kongreyê de navê partoya xwe kirin Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriye.