Serrûpel Nûçe Mele Bextiyar bi tundî PYD rexne kir

Mele Bextiyar bi tundî PYD rexne kir

Belav bike

Serkirdeyê YNKê Mele Bextiyar got, nedibû Amerîka bi vî awayî hevalbendên xwe bicî bihêle û ji Sûriyê derkeve.

Mela Bextiyar di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona Rûdaw PYD jî rexne kir û got, wan gelek caran daxwaz ji PYDê kirine ku siyasetên xwe li Rojavayê Kurdistanê biguherin û ligel aliyên din ên Kurdî kar bikin û pêwendiyên xwe bi hêz bikin, her wiha rêkeftinên Hewlêr û Duhokê pêk bînin, lê hemû daxwazên wan dihatin piştguhxistin û PYD weke xwe dikin.