Serrûpel Nûçe “Serok Barzanî li pişt perdê kar dike ji bo ku çareyek ji...

“Serok Barzanî li pişt perdê kar dike ji bo ku çareyek ji rojavayê Kurdistanê re bê dîtin”

Belav bike

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand ku Serok Mesûd Barzanî li pişt perdeyê kar dike ku çareseriyek ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re bê dîtin.

Mela Bextiyar di hevpeyvîneke taybet a ligel Rûdawê de, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî ji bo çareseriyeke ji ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re bê dîtin ketiye tevgere.

Mela Bextiyar da xuyakirin ku wan berê jî piştevaniya tevahiya rêkeftinên Hewlê û Duhokê kiribûn, ku bi serpereştiay Serok Barzanî di navbera Encûmena Niştîma ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de hatibûn imzekirin.

Mele Bextiyar pêşniyareke nû dixe rojevê de, daku Başûrê Kurdistanê bi awayekî çalaktir bi rola xwe ya çareseriyê rabe, ew pêşniyar dike ku şandeke hevbeş ji tevahiya aliyên Başûrê Kurdistanê bê avakirin û serdana tevahiya wan paytextan bikin, ku girêdana wan bi vê pirsê heye.

Bextiya ev yek jî anî ziman ku Serok Mesûd Barzanî dikare ji bo bicihkirina vê pêşnaiyrê bi wan re alîkar be.

Ji sala 2011an ve Rojavayê Kurdistanê bû qadeke vekirî ji xwepêşandanên girseyî re, ku têde daxwaza guhertinê li seranserê Sûriyê dihat kirin. Di dawiya sala 2012an de hêzên hikûmeta Sûriyê ji nav piraniya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê vekişiyan, piştre Rêveberiay Xweser hat ragihandin.

Niha jî Kurd bi çavê tirsê li van gefên Tirkiyê dinerin, bi taybetî piştî wê yekê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump  biryar da ku hêzên welatê xwe ji nav Sûriyê bi temamî vekişîne.