Serokê berê yê PYD Salih Muslim eşkere kir ku ji berê de pêwendiya wan bi hikûmeta Sûriyê re hebû.
Salih Muslim got, ew pêwendî hîç nehatiye birrîn.
Berpirsê têkiliyên TEV-DEM Salih Muslim di hevpeyvîneke xwe de ligel radyoya Dengê Amerîka got, diyaloga wan bi hikumeta Sûriyê re nehatiye qutkirin û ew xwedî sîstemekê ne, ew guhertinan li Sûriyê dixwazîn û ew perçeyekin ji Sûriyê.