Serrûpel Nûçe Waliyê Cerablusê di odeya xwe de mirî hate dîtin

Waliyê Cerablusê di odeya xwe de mirî hate dîtin

Belav bike

Cîgirê waliyê Entabê, ku weke waliyê Cerablusê kar dike, Ahmet Turgay mirî hate dîtin, rayedarê Tirkiyê dibêjin wî krîza dil derbas kiriye, lê heta niha şube li ser wê yekê heye ku hatibe kuştin.

Ahmet Turgay, karûbarê bajarê Cerablusê birêve dibir û berpirsê yekem yê Tirkiyê bû li wî bajarê Sûriyê ku li ser Çemê Firat e.
Ahmet Turgay, xelkê bajarê bakurê Kurdistanê Sêwasê bû û ev demeke bû weke waliyê Cerablusê dest bi kar kiribû.