Serrûpel Nûçe Projeya Emerîkî: 6000 Pêşmerge ji bo Rojhilatê Firatê têne şandin

Projeya Emerîkî: 6000 Pêşmerge ji bo Rojhilatê Firatê têne şandin

Belav bike
Ji bo li dawîanîna rakêşiyên li Minbic û Rojhilatê Firatê diqewimin, niha du proje derdikevin pêş. Plana yekem ew e ku Amerîka tevihiya aliyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bîne ba hev û hêzên wan li wê derê bicih bike û rêveberiyeke nû pêk bîne. Plana duyem jî ew e ku PKK hewl dide ligel hikûmeta Sûriyê rêkeftinê pêk bîne.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ragihand ragihand ku hêzên welatî wî dê ji Sûriyê derbikeve, mijara rewşa Rojavayê Kurdistanê û ya bajarê Minbicê bal kişandin ser xwe. Piştî vê biryara Trump artêşa Tirkiyê ligel çekdarên dijberaya Sûriyê ji bo operasyonekê bibin ser Rojhilatê Firatê, dest bi amadekariyan kir û li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî wek gavek li hemberî gefên hikûmata Tirkiyê, bang li hikûmeta Şamê kir ku hêza xwe bişîne Minbicê.

 

Piştî van geşedanan artêşa Sûriyê ragihand ku wan hêzên xwe şandine herêma Minbicê û wan li navenda Minbicê ala Sûriyê hildane. Lê ev daxuyaniya artêşa Sûriyê ji aliyê Encumena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ve hatibû redkirin.

 

Ji Amerîkayê ji bo Rojhilatê Firatê projeyeke nû

 

Ji aliyekê ve pirsa “Amerîka eger di heyameke nêzîk de ji herêmê vekişe dê çi karvedanan ligel xwe bîne?” tê nîqaşkirin û ji aliyê din ve rayedarên Amerîkî dûv hev daxuyaniyan didin ku vekişandina hêzên wan di demeke zû de nabe.

 

Pilebilindên rêveberiya Amerîkayê jî vekişanda hêzên Amerîkyê ji Sûriyê, bi merca parastina Kurdan ve girê didin. Ev yek jî dide xuyandin ku vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê di demeke dirêj de pêk were. Herwiha kesê bawer nekir ku Amerîka ev 5 sal in li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tevlî şerê li dijî DAIŞê bûye, bi biryareke bilez dê li herêmê qadê ji Rûsya û Îranê re bihêle.

 

Di heyama van geşedanan de wêneyê reşnivîsa projeya Amerîkayê ya ji bo herêmê jî gav bi gav derdikeve holê.

 

Li gor belgeyên Rûdawê bidest xistine rayedarên Amerîkayê di van demên dawiyê de ji bo Rojhilata Firatê li ser projeyeke dixebite ku tevahiya aliyên Rojavayê Kurdistanê tevlî çareseriyê bibin. Li gor projeyê dî li Minbic û Rojhilatê Firatê rêveberiyeke nû û hêzeke têkel a yekgirtî bo berevaniyê bê damezrandin.

 

Kêmkirina bertekên Tirkiyê

 

Li gor agahiyên Rûdawê ku ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo cîbicîkirina vê projeyê wek merc dibêjin ku divê kesên ne ji Sûriyê bin di vê projeyê de bicih nagirin.

 

Çavkaniyeke ji projeyê agahdar ji Rûdawê re got: “Mebesta wan a nekesên ji Sûriyê, rêvebirên PKKê ne ku bandora wan li ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê heye. Tirkiyê jî ji ber peywendiyan wan kesan bi PKKê ve heye, dibêje rêveberiya Rojavaya girêdayê PKKê ye û li dijî Rojavayê Kurdistanê tevdigere.”

 

Di projeya navborî de beşdarkirina tevahiya aliyên Rojavayê Kurdistanê û derkirina kesên nêzîk PKKê wek gaveke ji bo kêmkirina bertekên Tirkiyê tê nirxandin.

 

Heman çavkaniyê got: “Gumana Amerîkayê ji wê yekê heye, ku peywendiyên wan rêvebirên navborî, ligel rêveberiya Şamê heye û bi hev re îdareya çavkaniyên petrol û dahatuyan dikin.”

 

Herwiha te gotin ku hêzên Hevpeyaniya Nawdewletî ya li Dijî DAIŞê dixwaze hin rêvebirên peywendiyên wan ligel hikûmeta Şamê hene û “tevlî karên binpêkirina mafên mirovî bûne” ji rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bêne dûrxistin.

 

Ji bo ewlehiyê 18 hezar kes

 

Çavkaniyên têkildar herwiha dibêjin ku hevpeymaniya ku Amerîka serperiştiya wê dike, dixwaze li Rojhilatê Firatê girêdayê rêveberiya nû hêzeke nu ya ji 18 hezar kesî pêk tê ava bike.

 

Li gor projeyê di navê vê hêzê de ku tê gotin Hevpeymaniya Navdewletî dê çavderiya wê bike, 6 hezar Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê (Pêşmergeyên Roj) en li Herêma Kurdistanê hatine rahênan  û 10 hezar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) cih bigrin. Herwiha 2 hezar şervanên dê ji hêzên herêmê bêne destnîşankirin.

 

Berpirsekî ji Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) proje ji Rûdawê re piştrast kir û got ku Hevpeymaniya Navdewletî, ew derbarê projeyê de agahdarkirine û ligel wan di danûstandinê de ne.

 

Wî berpirsê ENKSê ragihand ku 6 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê amade ne ku bo baregehên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Rojhilatê Firatê, bêne veguhestin.

 

Di heman demê de wî berpirsê ENKSê da zanîn ku hêj wan wek encumenê biryar neda ka dê tevlî projeyê bibin an na û got ku heger ew tevlî projeyê bibin jî wan dê mercên xwe hebin wek ofîsên wan li Rojavayê Kurdistanê bêne vekirin û girtiyên siyasî bêna azadkirin.

 

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê berî çend rojan ragihandibû ku aliyên siyasî yên Rojvayê Kurdistanê dikarin ofîsên xwe vekin û bi serbestî karên xwe yên siyasî bikin.

 

Ewlehiya Herêmê

 

Wê çavkaniyê da zanîn ku Amerîka bi hurgilî çavdêriya herêmê dike û got: “Amerîka naxwaze bilez hêzên xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekîşine. Ji bo rêgiriyê li hemberî êrişên ji derve bêne encamdan dibe ku hinek baregehên xwe bihêle. Hevpeymaniya Navdewletî jî hişyarî daye rejîma Sûriyê ku xwe zêdetir nêzîkî Rojhilatê Firatê neke. Wek hûn jî dizanîn berî çend rojan hêzên artêşa Sûriyê nêzîkî Minbicê bibûn.”

Heman çavkaniyê bi bîr xist ku ev demek e artêşa Tirkiyê hêza dişînê herêmê û wiha pê de çû: “Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton di çarçoveya serdana xwe ya Enqerê de diyar kir ku ew li dijî wê yekê ne ku operasyok li herêmê bê kirin. Tê plankirin ku ji bo hêzên HSDê û hêzên Tirkiyê rû bi rûye hev nebin di bin çavderiya Hevpeymaniya Navdewletî de hêzeke nû bê bicihkirin.”

Herwiha wê çavkaniyê got ku Amerîka ne li dijî wê yekê ye ku dezgehên sivîl û xizmetguzariyên ên hikûmeta Sûriyê bêne herêmê, lê naxwazin hêzên ewlehiya Sûriyê û milîsên girêdayî Îranê nêzîkî herêmê bibin û ew tekez li dijî wê yekê ne.

 

Li gor agahiyên berdest Amerîka hewl dide ku projeya navborî herî dereng di bahara li pêş me de bê pêkanîn.

 

Projeya PKKê

 

Ji aliyê din ve bi pesendkirina rêvebirên PKKê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û YPG hewl didin projeyeke ji bilî vê pêk bînin.

Ev bo proje ji bo piştgiriya Rûsyayê bê garantîkirin roj bi roj ligel hikûmeta Sûriyê rêkeftin têne kirin. Banga YPGê ya bo artêşa Sûriyê ku gotibû  “hêza rewa û fermî li herêmê artêşa Sûrî ye” destpêka vê projeyê bû.

Berî çend rojan şandeke ji Rojavayê Kurdistanê serdana Moskow kiribû û Şêwirmendekî Rêveberiya Xweser eşkere kiribû ku wan bi rêya Rûsya, nexşerêyeke taybet bi rêkeftina bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re pêşkêş kirine û got ew heya niha li benda bersiva Moskowê ne.

Roja 29ê Kanûnê li Moskowê du civîn hatine kirin. Yekem civîna navbera şandekî bilind ê Tirkiyê û hikûmeta Rûsyayê û civîna duyem jî di navbera şandeke YPG û Moskowê de bû. Li gor agahiyên piştrastnekirî, Rûsya xwestiye role navbijêniyê di navbera Tirkiye û YPGê de bibîne, herwiha çareseriyek bê dîtin ku herdu alî razî bin, lê bi jihevtêgehiştina ligel Washington û Şamê.

Li gor heman zanyariyan, şanda Tirkiyê daxwaz kiriye navçeyeke ewlekariyê bi kûrahiya 20 heta 30 km li bakurê Sûriyê were çêkirin ku di jêr desthilata wê de be, lê li beramber Rûsya bi navçeyeke ewlekariyê bi kûrahiya 5-10 km razî bûye. Herçiqas şanda YPGê jî ragihandiye ku Tirkiye dikare wê navçeya emnî li nav sînorê xwe çêbike

Li gorî nexşerêyê hêrêmên di bin kontorola Rêveberiya Xweser de ji gef û êrişên Tirkiyê bêne parastin,  samanên xwezayî wek petrol û gaze bên dabeşkirin, Rêveberiya Xweser di çarçoveya destûra bibgehîn de entegreyê hikûmeta Sûriyê bê kirin hatine pêşniyarkirin.

Çavkaniyên ji Rûdawê re axivîn dibêjin ku ji ber vê projeya PKK û YPG Amerîka naxwaze projeya ji bo herêmê amade kiriye diyar bike.

 

Li gor wan çavkaniyên heger ev projeya PKK û YPGê serbikeve peywendiyên PKK dê ligel Sûriyê wek berê baş bibe û li hemberî Tirkiyê çalak bibe û di heman demê de Amerîka jî dê neçar bibe ji herêmê vekişe û ew yek jî dê li hemberî êrişên Tirkiyê rê xweş bike. Daxuyaniyên PKKê yên vê dawiyê li dijî Amerîka di çarçoveya vê projeyê de ne.