Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê behsa “Projeyeke Nû” dike

Mesrûr Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê behsa “Projeyeke Nû” dike

Belav bike

Kandîdê Partî ji bo avakirina hikûmeta Kurdistanê û şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson civiyan û rewşa dawîn li herêmê gotûbêj kirin.

Di civînê de bi taybetî behsa Rojhilatê Firatê jî hate kirin.

Mesrûr Barzanî ji generalê emerîkî re got, pêwîste rêkeftineke nû di navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de were kirin, ji bo mafê gelê xwe di guhartinan de bicih bikin.

Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku di vî warî pêwîste Emerîka bi rola xwe rabe, ji ber ku ew wan deveran kontrol dike.