Hevserokê HDP Sezai Temelli li ser hevdîtina di navbera serokê PKK Abdullah Ocalan û birayê wî Mihemed Ocalan de got, Ocalan bi riya birayê xwe du mesaj şandine.
Ocalan gotiye ku saxlemiya wî baş e, tu problemên wî tune ne û ji HDP re jî serkeftin xwestiye.
Biraziyê Abdullah Ocalan, parlamenterê HDP Omer Ocalan jî got, ew hevdîtin li ser daxwaza hikûmetê çêbûye.
Piştî 2 sal û 2 mehan pêk tê.