Serrûpel Nûçe Kîjan berpirsê PKK serokatiya şanda PYD kir ji bo hevdîtinên bi Rûsya...

Kîjan berpirsê PKK serokatiya şanda PYD kir ji bo hevdîtinên bi Rûsya re?

Belav bike

Şandeka PYD bi serokatiya berpirsekî PKK yê bilind çûye Moskowê û bi rayedarên Rûsya re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî agahiyên BasNewsê, roja 16 vê mehê, şandeka PYDê bi serokatiya endamê desteya serokatiya PKKê Sebrî Ok çûbû Moskowê û bi rayedarên Rûsyayê re li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê hevdîtin kiriye.

Çavkaniyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser naveroka wê hevdîtinê ji BasNewsê re got, şanda PYDê, ku berî niha li baregeha serbazî ya Himêmî ya hêzên Rûsya li parêzgeha Lazqiye ya Sûriyê bi rayedarên Rûsyayê re hevdîtin kiribû, “dest vala” vegeriyaye bajarê Qamişlo.

Li gorî agahiyAn PYD razî bûye bîrên neft û gazê biparêze, ew jî beramberî wergirtina %4 ji dahatê.

Rayedarên Rûsya eşkere ji şanda PYDê re gotine ku ew nikarin pêşiya gefên Tirkiyê bigirin. Her wiha eşkere kirine yan divê YPG û PYD xwe hilweşînin û bi yekcarî bibin beşek ji artêşa Sûriyê yan jî divê ji êrişên Tirkiyê re amade bin!

 

Sebri Ok Kî ye?

  • 1958 ji dayîk bû ye.
  • Yek ji kesên herî li pêşe di nava PKK de
  • Yek ji berpirsên PKK ye, ku li Oslo bi istîxbarata Tikriyê MIT re hevdîtin pêk anîbûn (sala 2008, li paytexta Norwêcê li Oslo, hevdîtin di navbera istîxbarata Tirkiyê MIT û serkirdeyên PKK de çêbûn, ji aliyê PKK ve: Sebrî Ok, Adem Uzun, Zubeyr Aydar, Remzî Kartal, Mustafa Karasu û çend kesên din beşdar bûn)
  • 24 salan di zindanên Tirkiyê de hatiye girtin.