Fermandeyê Pêşmergeyên Zêrevanî Lîwa Ezîz Weysî, li ser rûpela xwe ya Facebookê bi tundî PKK rexne kir û got, “hûnê heta kengî kilîta di destê dagîrkeran de bin!?”.
Her wiha got, pêwîste PKKê şer û siyaste xwe li navçeyên xwe bike.
Lîwa Ezîz Weysî diyar kir ku bi fermana Tirkiyê PKK derbasî Herêma Kurdistanê bûye.
Wiha got: Neyên jiyana jin û zarokên me û jiyana wan nexin metirsiyê û wan nekin qurbanên xwe.
Ev demeke ji ber hebûna kampên PKK li başûrê Kurdistanê, li ser sînorê bakurê Kurdistanê balafirên Tirkiyê başûrê Kurdistanê bombebaran dikin û di encamê de gelek sivîl bûne qurbanî.