Serrûpel Nûçe PKK gelek deverên başûrê Kurdistanê dagîr kiriye Tirkiyê jî bombebaran dike

PKK gelek deverên başûrê Kurdistanê dagîr kiriye Tirkiyê jî bombebaran dike

Belav bike

PKK li gelek deverên başûrê Kurdistanê, li parêzgeha Duhokê û Soran ji xwe re kamp ava kirine. Gelek gund hene, PKK rê nade gundiyan biçin nava zeviyên xwe, li gelek deveran seytere danîne, nasnameyan kontrol dikin, ciwanan dibine çiyan û rê li pêşiya Tirkiyê vedikin û êrîşî wan deveran bike.

Heta niha gelek caran hikûmeta Kurdistanê ji PKK xwest ji wan deveran derkevin û nebin sedema bombebaran û kuştin û birîndarkirina sivîlan, lê PKK her ma û guh neda kesekî.