Serrûpel Nûçe Almanya 400 otobûsan dide Kurdistanê

Almanya 400 otobûsan dide Kurdistanê

Belav bike

Ji bajarê Dusseldorf ê Almanya dê 400 otobûs ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin. Otobûs bi temamî bi teknolojiya herî dawî hatine çêkirin.

 

Berdevekê Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistanê Ûmid Salih ji Rûdawê re ragihand ku parêzgarê bajarê Dusseldorfê soz daye parêzgarê Hewlêrê Nevzad Hadî ku 400 otobus ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.

Ûmid Salih diyar kir ku ji bo şandina otobûsan tevahiya proseyên yasayî hatine temakirin û di demeke nêzîk de şandek ji parêzgeha Hewlêrê dê bi vê mebestê here Almanyayê.

Salih wiha got: “Otobus Her çend ew otobû hatibin bikaranîn jî lê bi temamî bi teknolojiya herî dawî hatine dizaynkirin û dê xizmeta xelkê bikin. Ev otobûs dê di nav bajêr û derveyê bajêr de bêne bikaranîn û em niha amadekariya wê dikin.”