Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg li Almanya, li nexweşxaneya KRH li bajarê Hannoverê di 86 saliya xwe de wefat kir.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Kurdên Êzdî li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Xeyrî Bozanî ragihand ku Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg koça dawî kir.
Mîr Tehsîn Beg di sala 1933 de jidayîk bûbû.
Di 10 saliya bûbû Mîrê Êzdiyên Cîhanê.
Li seranserê cîhanê mîlyonek Kurdên Êzdî hene, 600 hezar kes ji wan li Başûrê Kurdistanê dijîn.