Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Operasyonên Taybet ên Amerîka yê li Iraq û Sûriyê Patrick Roberson li Hewlêrê civiyan û rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Di derbarê rewşa rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Feratê de, Mesrûr Barzanî diyar kir ku divê hêz û aliyên siyasî yên Rojava li hev bikin û rêkeftineke jihevfêmkirinê ya hevbeş li ser tevahiya babet û mijaran bikin daku di nava guhertinan de mafên gelê Kurd bicih bikin.