Çekdarên Ehrar El Şerqiye, grûpa Lîwa Hisên, 4 saatan kalemêrekî 85 salî û hevjîna wî girêdan ew îşkencekirin, çi pereyên bi wan re hebûn bi zorê birin, mala wan serûbinê hev kirin û derketin û çûn.
Ew ji gundê Kûra ye, navê wî Omer Aros yê 85 salî ye, hevjîna wî jî temenê wê 84-85 sal e. Dibêje, dema ku ew dikevine mala xwe, derî digirin nagirin, çekdar êrîş dikin, bi zorê dikevine hundir, dest û lingê wan girêdidin û li wan dixin, 4 saatan wan girêdayî dihêlin û hemû pereyên wan dibin û diçin.