Serrûpel Nûçe Emerîkî û ENKS li Kobanî bi hev re civiyan

Emerîkî û ENKS li Kobanî bi hev re civiyan

Belav bike

Li Kobanî şandeke ENKS û Emerîkî û hêzên hevpeyman bi hev re civiyan.

Rawêjkarê hêzên hevpeymanan di şerê li dijî Daişê de li Sûriyê, Wîlyam
Robak, ligel şandeke ENKS civiya û di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Encûmenê û PYD û avakirina rêveberiyeke nû, ku hemû aliyên têde beşdar bibin hate kirin.

Hevdîtina wan li bargeha eskerî ya Emerîkî li Qereqozax çêbû, ew jî devereke Kobanî ye li ser çemê Ferat e.

Hevdîtin li ser daxwaza Wîlyam Robak çêbûye.

Li gor agahiyên Rûdawê, di civînê de ji aliyê ENKS ve Ebdulsemed Xelef Biro, Ebdulkerim Mihemed, Nimet Dawûd û Fesele Yusuf beşdar bûn.

Her du aliyan her wiha behsa pirsa avakirina herêma aram û rewşa siyasî li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kriin.

Di heman demê de, ENKS li bakurê Kurdistanê li bakurê Kurdistanê ligel nûnerên Cezîrê û Firat jî civiyan ku di nava Itîlafê de cih digirin.